Panorama hefteyê: Gurbûna şer li Xezayê û Erdogan dev ji piştgirtiya Qudsê berda

Rojnameyên erebî di mijarên xwe yên hefteya borî de behsa aloziyên aborî yên li herêmên hikumeta Şamê, şerê di navbera Hemas û Xezayê de, her wiha helwestên herêmî û navneteweyî yên li hember vî şerî, kirin.

Panorama hefteyê: Gurbûna şer li Xezayê û Erdogan dev ji piştgirtiya Qudsê berda
22 cotmeh, 2023   02:39
NAVENDA NÛÇEYAN

PIRSGIRÊKÊN ABORÎ YÊN SÛRIYEYÊ ŞERÊN NÛ DIAFIRÎNIN

Rojnameya El Ereb der barê rewşa aborî ya Sûriyeyê de bi sernavê “Pirsgirêkên aborî yên Sûriyeyê şerên nû diafirînin” nûçeyek weşand. Di nûçeyê de hat bibîrxistin ku hikumeta Şamê demeke berê ragihand ku wê rewş kontrol kiriye û rûberên berfireh vegerandin, lê vê yekê dawî li xwepêşandan û şerê li welêt neanî. Hat destnîşankirin ku sedema wê yekê bêçaretiya hikumeta Şamê, peydanekirina çareseriyên aborî ji bo aloziya kûr a li welêt e. Protestoyên gel ên li Siwêdayê jî wekî mînak hatin nîşandan.

ÎSRAÎL LI SER ŞER BI ÎSRAR E

Rojnameya El Cumhuriye ya Lubnanê der barê rewşa dawîn a rageşiya di navbera Hemas û Îsraîlê de nûçeyek bi sernavê ′Îsraîl di şer de bi israr e′ nivîsî.

Di nivîsê de hate gotin, ′′Îsraîl heta armancên xwe pêk neyne, şerê li dijî Xezayê nasekinîne. Bi temxîna Netanyahu û yên derdora wî piştgiriya rojavayiyan ji wan re dê bibe derfeteke dîrokî ya tesfiyekirina doza filistîniyan. Ji ber ku îsraîlî li benda hincetekê bûn ku li Xezayê rewşa siyasî, ewlehî û demografiyê biguherînin.′′

PLANEKE AMERÎKÎ

Rojnameya El Exbar a Lubnanê bal kişand ser plana Amerîkayê ya ji bo bidawîkirina şerê li Xezayê. Di nûçeya rojnameyê de navaroka planê wiha hat diyarkirin: “Plan li ser gelek qonaxan e. Di nava plane de vegerandina sazî û hêzên Filistînê li Xezayê, girtina hemû saziyên di bin rêveberiya Hemasê de û radestkirina wê bo desthilata Filistînê, piştgiriya bo hêzên leşkerî yên desthilata Filistînê li Xezayê û rêveberiya wê ya leşkerî û ewlehiyê, hene.”

′LI ŞÛNA ERDOGANÊ ÊRIŞKAR ERDOGANÊ ARAM′

Rojnameya El Ereb têkildarî helwesta dewleta Tirk a li hember şerê Îsraîl û Filistînê nûçeyek weşand.  Di nûçeyê de hate diyarkirin ku serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan der barê bidawîbûna rageşiya li Xezayê de peywendî bi serokên herêmê re danîne, lê bi gotinan êrişî Îsraîlê dikir û piştgirî dida Hemasê. Ev yek nîşan dide ku berjewendiyên dewleta Tirk û şertgiriyên Erdogan hatine guhartin. Çavdêran jî diyar kir ku Erdogan, dema Hemas û Xeza bi ser diket, tevlihevî çêdikir, lê îro ji ber guhartina berjewendî û hesabên xwe tenê peyamên aramiyê dide.′′