′Hedefgirtin binesaziyê li dijî peymanên navneteweyî ye′

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Yasir El Silêman destnîşan kir ku hedefkirina binesaziyê, li dijî pîvan û peymanên navneteweyî ye û got, armanca sereke ya dewleta Tirk valakirina herêmê ye.

′Hedefgirtin binesaziyê li dijî peymanên navneteweyî ye′
22 cotmeh, 2023   03:45
REQA
MIHEMED XELÎL

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî herêmê didomîne û li ber çavên cîhanê binesaziya herêmê, navendên stratejîk û qadên sivîl dike hedef.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Yasir El Silêman diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser navendên stratejîk, binesazî û karmendên saziyên xizmetguzariyê li dijî pîvan û peymanên navneteweyî û li dijî rêgezên cîrantiyê ye.

Yasir El Silêman destnîşan kir ku dewleta Tirk  dagirker sûdê ji lawazbûn û bêçarebûna hikumeta Şamê digire û êriş dike da ku herêmê vala bike û demografiya wê biguhere.

El Silêman anî ziman ku dewleta Tirk di nava pirsgirêkên navxweyî û aloziya aborî de tengijiye, lew ra hewl dide li ser hesabê gelên Sûriyeyê û Iraqê serkeftinan ava bike.

El Silêman li ser bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker wiha got: “Koalîsyona Navneteweyî, di serî de DYA`yê ya di tunekirina rêxistinên terorîst de şirîka Rêveberiya Xweser e, erkên xwe li hemberî Rêveberiya Xweser û saziyên wê yên sivîl bi cih neanîn. Ev jî ewlehiya kampan û girîgehên tundrawan lê hatine ragirtin dixe xetereyê, ev jî ewlehî û îstiqrara li herêmê û ya cîhanê, dixe xetereyê.”

Li gorî El Silêman, li herêmê bûyer û hevalbendiyên girêk çêbûn, dibe ku di nexşerêya hegemoyê û belavkirina hêzan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî Sûriye û Rojhilata Navîn de guhertinên jeosiysî çêkin.

El Silêman diyar kir ku êrişên dewleta Tirk, berdewama hewldanên milîsên Îranê û şaneyên hikumeta Şamê ne ku herêmên Rêveberiya Xweser, bi taybetî Dêrazorê kirin hedef.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Yasir El Silêman got: “Rêveberiya Xweser li hember van êrişan bê helwest nema û lidarxistina projeyên aboriyê yên xizmetê ji gelê herêmê pêşkêş dikin, didomîne. Em bang li civata navneteweyî dikin ku rê li pêşiya Tirkiyeyê bigirin.”

ANHA