′Pêkanîna felsefeya Rêber Abdullah Ocalan dê bi azadiya wî ya fîzîkî tacîdar bibe′

Welatiyên beşdarî çalakiya konvedanê ya roja 5′an a li Qamişloyê hate danîn bûne diyar kir ku divê hevgirtin were xurtkirin, fikra Rêber Abdullah Ocalan û projeya wî ya demokratîk pêk were û got: "Girêdana me bi fikra wî re dê bi azadiya wî ya fîzîkî tacrîdar bibe."

21 cotmeh, 2023   15:53
QAMIŞLO

Di çalakiyê de xelkê Til Hemîs a Qamişlo, nûnerên desteyên perwerdê û fêrkirinê, nûnerên hundirîn, endamên Komîteya Sotemeniyê û Meclisa Edaleta Civakî beşdar bûn.

Şandeyên navborî ji hêla xelkê navçeya Çilaxa û Dayikên Aştiyê ve ku şeva din nobetdarî girtin ve hatin pêşwazkirin.

Di bin konê çalakiyê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Ehmed El Xelef bal kişand ser siyasetên tecrîdê û îşkenceyê ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk tîne û got: "Armanca dagirkeriyê ji vê yekê fikra Rêbertî dernekeve derve û belav nebe."

El Xelef bêdengya navneteweyî û helwestên rêxistinên idîa dikin mafên mirovan diparêzin şermezar kir û xîtabî wan kir: "Bi rêya helwestên wan ên dikevin xaka parastina berjewendiyan, we binketina xwe di parastina mafên mirovan de û beşdariya li komploya dijî me de îsbat kir. Hûn nikarin sere me daynin. Em di têkoşîna xwe de heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî de dewam dikin."

Hevserokê Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Kenan Berekat behsa têkiliya gel bi Rêber Abdullah Ocalan re kir û tevlêbûna girseyî ya şêniyan li nava çalakiyê silav kir û got ev yek nîaşneya girêdana xurt bi fikra Rêber Abdullah Ocalan re ye.

Berekat wiha domand: "Hevgirtina pêkhateyan û gelê herêmê, pêkanîna felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û projeya wî ya demokratîk a jiyankirina li gorî rêgezên şerê gel ê şoreşgerî û biratiya gelan misogeriya azadiya Rêbertî ye. Ev girêdan dê bi azadiya Rêbertî a fîzîkî tacîdar bibe."

Berdevkê êla Şerabîn li Sûriye û Iraqê Mihemed Arif Elbû Hemdon got: "Rêbertî nûnertiya resentiya têgehên civak û gelên herêmê dike. Nirx parastin û banga biratiya gelan û yekitiyê kir."

Elbû Hemdon wiha domand: "Em eşîrên Ereb pişta xwe nadin kesî, em ê ji bo wefedariya bi fikra Rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin."

Endama Kongra Star a Til Hemîsê Emşe El Mani jî soza xwe ya bilindkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan nû kir.

Piştî axaftinan, koma Welat a girêdayî navçeya Amûdê li ser berxwedana Rêber Abdullah Ocalan stran gotin, sînevîzyon li ser armancên komploya navneteweyî, berjewendiyên hêzên navneteweyî yên beşdarî komployê bûne hate pêşkêşkirin, li kêlek wê jî pergala tecrîd û îşkenceyê hat şîrovekirin.

Çalakî bi beşdariya xelkê taxa Cûdî ya Qamişloyê dewam dike.

(fr)

ANHA