OPCW: Li Sûriyeyê zêdetirî 100 cihên bi guman ên çekên kîmyewî hene

Ekîbên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) diyar kirin ku zêdetirî 100 cihên bi guman ên çekên kîmyeyî li Sûriyeyê hene.

OPCW: Li Sûriyeyê zêdetirî 100 cihên bi guman ên çekên kîmyewî hene
6 nîsan, 2025   14:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Ekîbên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) gotin, gumana wan heye ku zêdetirî 100 cihên çekên kîmyewî li Sûriyeyê hene.

Li gorî rojnameya New York Times`ê, "Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyeyî bi armanca nirxandina tiştê ku ji bernameya leşkerî ya rejîma Esed maye hewl dide derbasî Sûriyeyê bibe. "

OPCW’ê ji ber agahiyên ku ji lêkolînerên derve, rêxistinên sivîl  û agahiyên istixbaratî yên welatên endamên rêxistinê bi dest xistiye, guman dike ku zêdetirî 100 cihên çekên kîmyeyî li Sûriyeyê hebin.

Li gorî OPCW’ê, gelek ji van cihan li deverên ku zehmet e werin dîtin veşartîne.

(k)