Oman û Îranê pêşniyara avakirina kerîdora demkî ya deryayî kir

Oman û Îranê pêşniyar kir ku kerîdoreke deryayî ya demkî bi rêya Tengava Hurmuzê, ligel projeya hevbeş a rakirina mayînan, were vekirin.

Oman û Îranê pêşniyara avakirina kerîdora demkî ya deryayî kir
25 tebax, 2026   20:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Oman û Îranê ragihand ku wan li hev kirine ku kerîdoreke deryayî ya demkî ya hevbeş bi rêya Tengava Hurmuzê were vekirin ku tevgera deryayî were birêxistinkirin.

Di daxuyaniyeke hevbeş de Oman û Îranê ragihandin ku li kêlek pêşniyara vekirina kerîdorê projeya hevbeş a paqijkirina tengavê ji mayînan heye û her du welat bi welatên Kendavê yên bi ser ava Kendavê re nîqaşan dikin.

Wezîrê Karên Derve yê Omanê Bedir El Bûseîdî îro gihîşt Îranê da ku proseyên siberojê yên têkildarî tengavê bi hempîşeyê xwe yê Îranî Ebas Eraqçî re lêkolîn bikin.

(f)