Gerînendeyê Îstîxbarata Navendî ya Amerîkayê serdana Rûsyayê kir

Medyaya Amerîkayê diyar kir ku gerînendeyê CIA’yê John Ratcliffe ji bo hevdîtinan berê xweda Moskovê.

Gerînendeyê Îstîxbarata Navendî ya Amerîkayê serdana Rûsyayê kir
25 tebax, 2026   20:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Axios û CBS News’ê ku agahiyên xwe dispêrin çavkaniyan ragihandin ku Gerînendeyê Ajansa Îstîxbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) John Ratcliffe îro ji bo hevdîtinan gihîştiye Rûsyayê.

Navên rayedarên ku Ratcliffe hevdîtinan bike yan jî xwezaya dan û standinan nehatine aşkerakirin û tu daxuyaniyek ji CIA yan jî Kremilinê ve der barê serdanê nehatin  dayîn.

(f)