Heyva Sor alîkariyê dide malbatên mexdûrên lehiyan

Heyva Sor a Kurd li Hesekê alîkariyê dide malbatên ku di lehiyê de ziyan dîtiye. Ekîbên wê li malan digerin û bi nexweşan re dibin alîkar.

Heyva Sor alîkariyê dide malbatên mexdûrên lehiyan
Heyva Sor alîkariyê dide malbatên mexdûrên lehiyan
Heyva Sor alîkariyê dide malbatên mexdûrên lehiyan
Heyva Sor alîkariyê dide malbatên mexdûrên lehiyan
Heyva Sor alîkariyê dide malbatên mexdûrên lehiyan
Heyva Sor alîkariyê dide malbatên mexdûrên lehiyan
Heyva Sor alîkariyê dide malbatên mexdûrên lehiyan
Heyva Sor alîkariyê dide malbatên mexdûrên lehiyan
Heyva Sor alîkariyê dide malbatên mexdûrên lehiyan
25 adar, 2026   13:44
HESEKÊ

Li bajarê Hesekê Heyva Sor a Kurd alîkariyê dide malbatên ku di lehiyê de ziyan dîtiye. Pirsgirêkên wan ên tenduristiyê çareser dikin û dermanan didin nexweşan. 

Komên tenduristiyê yên girêdayî Heyva Sor a Kurd li taxa El Neşwa digerin. Rewşa malbatên ku di rabûna lehiyê de ziyan dîtine, dişopînin. Pirsgirêkên wan ên tenduristiyê çareser dikin û dermanan didin nexweşan.

Heyva Sor a Kurd destwerdana lezgîn dike, malbatên di lehiyê de asê dimînin xelas dike û malên di bin xetereya lehiyê de, vala dikin.

Her wiha komên Heyva Sor a Kurd li taxan digerin, ziyanan belge dikin û hewl didin pêdiviyên malbatên di lehiyê de ziyan dîtine, peyda bikin.

Berî 2 hefteyan li herêma Cizîrê baran gelekî zêde bariya û rêjeya ava kanî û çeman bilind bû û piştî çend salan ji nû ve herikîn. Li hin deveran jî lehî rabûn.

Piştî ku baran bariya rêjeya ava çemê Ceqceq ê di bajarê Hesekê re derbas dibe û çemê Xabûr bilind bû. Taxên ku nêzî çeman bûn di bin avê de man, riya navneteweyî ya M4 hate girtin û li hinek cihan ziyan dît. Her wiha ji ber lehiyê zêdetirî 500 malbat di navbera 24 saetên borî de ji malên xwe derketin.

Şaredariya Gel a Hesekê û Heyva Sor a Kurd ji bo li pêşiya lehiyê bigire û şêniyan biparêzin, satirên axê radikin û kanalên avê vedikin.

Ji ber ku rêjeya çemê Xabûr bilind bûbû, li taxa Xiwêran, El Neşwa û Mêrîdiyan ên Hesekê mal di nav avê de mabûn.

ANHA