NÛJINHA’yê dikeve sala xwe ya 6’an

Ajansa Nûçeyan a Jinê (NÛJINHA) îro dikeve sala xwe ya 6’an. Ajans bi rêya nêzî 100 nûçegihanên xwe yên li welatên Rojhilata Navîn pirsgirêkên jinan û binpêkirinên li dijî wan têne kirin radighîne. Her wiha balê dikişîne ser destkeftiyên jinan di hemû qadan de.

NÛJINHA’yê dikeve sala xwe ya 6’an
NÛJINHA’yê dikeve sala xwe ya 6’an
NÛJINHA’yê dikeve sala xwe ya 6’an
NÛJINHA’yê dikeve sala xwe ya 6’an
NÛJINHA’yê dikeve sala xwe ya 6’an
NÛJINHA’yê dikeve sala xwe ya 6’an
NÛJINHA’yê dikeve sala xwe ya 6’an
NÛJINHA’yê dikeve sala xwe ya 6’an
NÛJINHA’yê dikeve sala xwe ya 6’an
NÛJINHA’yê dikeve sala xwe ya 6’an
NÛJINHA’yê dikeve sala xwe ya 6’an
NÛJINHA’yê dikeve sala xwe ya 6’an
6 ÇILE, 2026   09:33
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Ajansa Nûçeyan a Jinê (NÛJINHA) di sala 2021’an de wekî  platforma ragihandinî û hiqûqî ya taybet bi jinan dest bi weşanê kir. Ajans  ji baweriya ku azadiya civakê bi azadiyê jinan dest pê dike, di nûçe, rapor û dosyayên xwe de balê dikişîne ser pirsgirêkên jinan, binpêkirinên li dijî wan têne kirin. Her wiha cih dide rola rasteqîn a jinan di civakê de, destkeftiyên ku di qadên siyasî, civakî, aborî û çandî bi dest xistine. Di heman demê de nêrîna ku jinan tenê wekî qurbanî dibîne, red dike.

JINHA’yê ku bi zimanê Erebî, Ingilîzî, Farisî, Tirkî û zaravayên Kurmancî, Soran û Zazakî weşanê dike,  armanc dike zimanekî alternatîf ê ragihandinê ji bo jinan ava bike ku wan wekî xwedî rol û hevbeş di pêvajoyên çareserî û aştiyê de pênase bike.

RAGIHANDINA HIQÛQÎ DIKEVE QONAXEKE NÛ

Edîtora beşa zimanê Erebî ya Nivîsgeha Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya NÛJINHA’yê Senaa El Elî da zanîn ku armanca sereke ya ajansê balkişandina ser doza mafên jinan e û got: "Di radeya yekemîn de em ragihandineke hiqûqî ne. Li Rojhilata Navîn em ne ajansa yekemîn e ku bi mafên jinan eleqdar dibe, lê em di ragihandina pirsgirêkên jinên li Rojhilata Navîn de gavek nû ne."

Senaa El Elî anî ziman ku ajansê xwe spartiye mîraseke dûr û dirêj a têkoşîna jinan û di demeke kurt de gavên mezin avêtin ku êdî nûçegihanên wê li piraniya welatên cîhanê hene û nûçeyan bi gelek zimanan diweşîne.

’JIN AVAKAR E NE QURBAN E’

Senaa El Elî diyar kir ku ajans li kêleka balkişandina ser pirsgirêkên jinan, balê dikişîne ser mijarên ku jin jê tên dûrxistin û got: "Di ragihandina serwer de jin wekî qurbanî yan jî wekî metayê tê pênasekirin. Lê belê di weşanên ajansa me de jin bingeheke sereke ya çareserî û aştiyê tên pênasekirin."

Senaa El Elî wiha domand: "Em ne tenê mijarên nerênî radighînin, di heman demê de yên erênî jî diyar dikin. Em jinan wekî qurbaniyên şer û sîsteman tenê nabînin, lê em balê dikişînin ser rola wan a pêşeng û mafên wan ên siyasî, çandî û civakî û hwd. "

’ŞOREŞA JINAN A BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ NIMÛNEYEKE PÊŞKETÎ YE’

Senaa El Elî li ser rola ajansê di şopandina Şoreşa Jinan û destkeftiyên wan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û got: "Jinan di hemû qadan de xwe îsbat kir û êdî ew xwedî hêza leşkerî ne. Tevî zehmetiyên ji ber hişmendiya zilamperest jî, projeyeke wan a pêşxistina fikrên civakê yên li ser jinan heye. "

Senaa El Elî destnîşan kir ku ajans erkê hişyarkirina civakê jî avêtiye ser milê xwe.

ŞOPANDINA PIRSGIRÊKÊN HERÊMÊ

Ji 2021'an ve ajansê gelek bûyerên girîng wekî êrişên Îsraîlê li dijî Xezayê, şoreşa jinan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, astengkirina azadiya jinan li Tûnisê û pirsgirêkên civakî yên Misrê, şopandin.

Tevî gef û zehmetiyan jî NÛJINHA’yê bi rêya tora xwe ya nûçegihanan rewşa jinên Sûriyeyê, bi taybetî  yên li herêmên di bin kontrola hikumeta veguhêz de û beriya wî herêmên rejîma Baasê, tevgerên li Siwêda û perava Sûriyeyê, êriş û ambargoya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, hilbijartinên Iraqê, tevgera şoreşa ciwanan a berî çend mehan li Fasê bi raya giştî re parve kir.

’BÛYERAN RADIGHÎNE Û ANALÎZ DIKE’

Senaa El Elî diyar kir ku ajans ne tenê bûyeran radigihîne, di heman demê de analîz dike û bandorên wan di pêşerojê de şîrove dike û got, ev yek ne tenê jinan eleqedar dike, lê tevahî civakê eleqedar dike.

TORA PIRZIMAN A NÛÇEGIHANAN

Senaa El Elî destnîşan kir ku nûçegihanên ajansê li gelek welatên Rojhilata Navîn hene, ji wan Tirkiye, Rojhilatê Kurdistan, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Mexrib, Cezair, Yemen, Iraq, Lubnan, Misr, Sûdan û welatên din û hewl dide çarçoveya xebatê fireh bike.

ZEHMETIYÊN KARÊ HIQÛQÎ

Senaa El Elî got ku di karê hiqûqî bi taybetî di mafên jinan de zehmetî pir in nexasim li Rojhilata Navîn û diyar kir ku gelek sîstem vî cûreyê ragihandinê qebûl nakin û ev jî dihêle nûçegihan rastî metirsî û gefan werin.

JIN Û RAGIHANDIN.. PÊWISTIYA RASTKIRINÊ

Girêdayî têkiliya bi dezgehên din ên ragihandinê re, Senaa El Elî  anî ziman têkiliya wan temamker e, ne dijber e û ev li gotinên xwe zêde kirin "NÛJINHA hewl dide zimanê ragihandinê yê li dijî jinan bide guherandin ku êdî jinan wekî qurbanî neyên nîşandan û girîngî ne tenê ji bo şikl, lê ya zêdetir ji bo çalakbûn û fikrên wan were dayîn. "

Senaa El Elî diyar kir ku ew hewl didin nûçegihanên xwe li hemû welatên Rojhilata Navîn zêde bikin û anî ziman ku guhartina civakê ji misogerkirina mafên jinan dest pê dike û ji bo wêrankirina civakê jî jin berî her kesî tên hedefgirtin û ev yek li Sûriyeyê hat îsbatkirin.

(mh)

ANHA