Netanyahu ferman da ku danûstandinên rasterast bi Lubnanê re bên kirin

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ferman da ku danûstandinên rasterast bi Lubnanê re bên destpêkirin.

Netanyahu ferman da ku danûstandinên rasterast bi Lubnanê re bên kirin
9 nîsan, 2026   21:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro di civîneke çapemeniyê de diyar kir, "Min ferman da ku danûstandinên rasterast bi Lubnanê re di zûtirîn dem de bên destpêkirin," û diyar kir ku "danûstandin dê li ser bêçekkirina Hizbullah û avakirina aştiyê di navbera Îsraîl û Lubnanê de bin."

Netanyahu anî ziman ku "Îsraîl banga Serokwezîrê Lubnanê Newaf Selam a îro ya ji bo valakirina Beyrûtê ji çekan teqdîr dike."

Li gorî malpera Axiosˊê ya Amerîkî ku agahiyên xwe dispêre rayedarên Amerîkayî "Witkopf ji Netanyahu xwest ku êrişên li Lubnanê kêm bike û dest bi danûstandinan bike."

Jerusalem Post jî ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî Îsraîlî ragihand ku "balyozê Îsraîlê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dê danûstandinên der barê Lubnanê de bi rê ve bibe."

Di civîneke çapemeniyê ya hevbeş de ligel Wezîrê Çandê yê Lubnanê Paul Morcos, Serokwezîrê Lubnanê Newaf Selam biryar da ku tedbîrên tavilê werin girtin ku  kontrola xwe li ser Beyrûtê pêk bînin, çek di destê dewletê de bimînin û tedbîrên ewlehî û yasayî werin zêdekirin da ku êrişên Îsraîlê yên li ser paytext Beyrûtê dubare nebin.

(fr)