Netanyahu avakirina dewleta Filistînê red kir

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku di dan û standinên xwe yên li gel serokê DYA’yê Donald Trump de avakirina dewleta Filistînê "erê nekiriye".

Netanyahu avakirina dewleta Filistînê red kir
30 îlon, 2025   13:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dîmeneke li ser hesabê xwe yê Telegramê weşand ku tê de dibêje; "Min qet avakirina dewleta Filistinê erê nekiriye. Ev di peymanê de tune bû. Me bi zelalî aşkera kiribû ku em bi tundî li dijî avakirina dewleta Filistînê ne."

Netanyahu roja înê (26 Îlon 2025) di axaftina xwe ya li NYˊyê de gotibû avakirina dewleta Filistînê dê ji bo dewleta Ibranî wekî "xwekuştinê" be û naskirina dewletên rojavayî ji dewleta Filistinê re şermezar kiribû.

Netanyahu gotibû: "Ev peyameke din ji rêveberên rojavayî re ye; Îsraîl rê nade ku hûn dewleteke terorîst li ser me ferz bikin. Em ê xwekuştineke neteweyî nekin.”

Netanyahu duh di civîneke çapemeniyê ya li gel serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de ragihadibû ku ew piştgiriyê dide plana Trump a ji bo aştiyê li Şerîda Xezayê. Netanyahu got dê Îsraîl ger tevgera Hemasê planê red bike "erkê bi dawî bike".

Trump spasiya Netanyahu kir ku "erêkirina planê" ya rawestandina şer û berdana dîlgirtiyên ji 7ˊê Cotmeha 2023ˊyan ve li Şerîda Xezayê hatine girtin, erê kiriye.

(fr)