DYA’yê nêzî 100 Îranî dersînor kirin

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji 100 kesê zidetir Îranî ku nehate eşkerekirin di nav de kê hene, şand welatê wan.

DYA’yê nêzî 100 Îranî dersînor kirin
30 îlon, 2025   12:48
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî nûçeya New York Times’ê karê dersînorkirinê, piştî muzakereyên di navbera Washington û Tehranê de pêk hat.

Li gorî rayedaran, balafireke ji Louisianayê rabû şeva duşemê ber bi Îranê ve bi rê ket û hate plankirin ku li ser Qatarê re bigihije Tehranê.