Şêniyên Reqayê sersaxî da malbata şervanekî QSDˊê

Şêniyên kantona Reqayê sersaxî da malbata şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) şehîd Abdullah Malik El Sina.

Şêniyên Reqayê sersaxî da malbata şervanekî QSDˊê
Şêniyên Reqayê sersaxî da malbata şervanekî QSDˊê
Şêniyên Reqayê sersaxî da malbata şervanekî QSDˊê
Şêniyên Reqayê sersaxî da malbata şervanekî QSDˊê
Şêniyên Reqayê sersaxî da malbata şervanekî QSDˊê
Şêniyên Reqayê sersaxî da malbata şervanekî QSDˊê
Şêniyên Reqayê sersaxî da malbata şervanekî QSDˊê
Şêniyên Reqayê sersaxî da malbata şervanekî QSDˊê
30 îlon, 2025   13:52
REQA

Bi sedan şêniyên kantona Reqayê îro sarsaxî da malbata şervanê QSD`ê Abdullah El Sina ku di 27`ê Îronê de li kantona Dêrazorê şehîd bûbû. 

Merasîma sersaxiyê li ber deriyê malbata şehîd bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan li Reqayê Emîna El Elî axivî, sersaxî da malbata şehîd û got: "Em îro hatine konê serbilindî û rûmetê da ku sersaxiyê bidin malbata şehîd Abdullah. Dema em dibêjin şehîd, em serî li ber wan ditewînin, ji ber ku ew sembola serkeftinan e. Wan canê xwe feda kir da ku em bi rûmet û aram bijîn."

Hevseroka Meclisa Bajarê Reqayê Duha Elûş di axaftina xwe de got: "Şehîd ew kes in ku ji bo me canê xwe feda kir, ew di dil û dîroka me de ne. Şehîdên me bi xwîna xwe axa vî welatê hêja av da. Em îro bi saya fedakariya wan li vir in.”

Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Şêx Hisên El Elî got: "Şehîd nirxên me yên jiyanê ne, divê neteweya me bizane çima ew şehîd bûne. Şehîdan ji bo parastina welatê xwe canê xwe feda kir. Ew li ba Xwedayê xwe bi nirx in.”

Merasîma sersaxiyê bi dirûşma "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey şehîd" bi dawî bû.

(k)