Misr: Bi dronê êrişî barhilgirên gazê hatin kirin

Misrê ragihand ku du barhilgirên wê yên gazê yên li bendera Dumyatê bi dronekê hatin bombebarankirin û der barê bûyerê de lêkolîn dewam dike.

Misr: Bi dronê êrişî barhilgirên gazê hatin kirin
30 tîrmeh, 2026   18:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Misrê ragihand ku duh 2 barhilgirên wê yên gazê li bendera Dumyatê ya deryaya Spî bi dronekê hatin bombebarankirin û şewat derket.

Meclisa Wezîran a Misrê bi daxuyaniyekê ragihand ku aliyên têkildar şewat kontrol kirin û der barê êrişê de û kesên li pey wê  de lêkolîn dewam dike. Meclisê destnîşan kir ku ji bo parastina ewlehiya neteweyî ya Misirê û berjewendiyên wê tedbîrên pêwîst hatine girtin.

Şirketa Ambrey ya Ewlehiya Deryayî ragihandibû ku dronek li barhilgira gazê "Energius Winter" xistiye. Di encamê de agir pê ketiye ku belavî barhilgira "Gaslog Salim" bûye.

Wezareta Petrolê ya Misrê da zanîn ku di bûyerê de tu birîndar an jî zerarên canî çênebûne. Her wiha destnîşan kir ku tîmên awarte bi serkeftî agir kontrol kirine û tedbîrên ewlehiyê girtine.

(bb)