Şêniyên Çilaxayê: Ji bo aştî û çareseriyê azadiya fîzîkî ya Rêbertî şertekî esasî ye

Şêniyên bajarê Çilaxayê diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji bo wan daxwazeke esasî ye, ew ji bo vekirina rêya siyasî ya ji bo çareserkirina doza kurdî û çêbûna aştiyê li herêmê, gaveke girîng e.

Şêniyên Çilaxayê: Ji bo aştî û çareseriyê azadiya fîzîkî ya Rêbertî şertekî esasî ye
31 tîrmeh, 2026   02:35
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ya ku di 27`ê Sibata 2025`an de ji hêla Rêber Abdullah Ocalan ve hatibû destpêkirin, gavên ku piştî wê hatin avêtin û nîqaşên ku di vê qonaxê de têne kirin, şêniyên bajarê Çilaxa yê herêma Cizîrê ji ajansa me re axivîn.

Şêniyan diyar kir ku divê bi qanûnên ku di vê qonaxê de derkevin azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were, ev gaveke esasî ji bo serketina pêvajoya aştiyê ye.

Mihemed Emîn El Deham got: “Bi tevgera ku ji parlemana Tirkiyeyê piştî salekê ji destpêkirina pêvajoyê re, divê biryara yekemîn pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan be, Rêbertî xwediyê pêvajoyê ye, lewma ew dikare pêşengtiya wê bike û armancên wê pêk bîne. Bêyî pêkanîna azadiya Rêbertî wê ew qanûn tenê li ser kaxezan bimîne.”

El Deham destnîşan kir ku bêyî beşdariya xwediyê projeya aştiyê, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêk nayê. Domandina tecrîdê ji bo danîna çareseriyên bingehîn, ne tenê ji bo Bakurê Kurdistanê, ji bo doza Kurdî li her çar parçeyên Kurdistanê jî dibe asteng.  

El Deham da zanîn ku heke di înîsiyatîfê de mafê qanûnî û mirovahî yê Rêber Abdullah Ocalan tune be, wê aştiya heqîqî pêk neyê û wiha got: “Ji bo ku Tirkiyeyê cidîbûna xwe îsbat bike, divê azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk bîne.”

El Deham diyar kir ku çareseriya doza kurdî bi hacetî îradeya siyasî ya heqîqî û rêkarên aktîv ji hêla meclisê û hikumeta Tirkiyeyê ye. Bi vî awayî dê rê li pêşiya diyalogeke demokratîk bê vekirin û çareseriyeke mayînde ji bo doza kurdî bê danîn.

Mihemed Emîn Yûsif jî got: “Di pêvajoyê de Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) gavên cidî avêtin, lê hîn jî Tirkiyeyê gavên zelal ji bo pêkanîna aştiyê neavêtine. Lê ew di van demên dawîn de kiryarên neyînî li hemberî doza Kurdî li Bakur û Rojavayê Kurdistanê pêk anî.”

Mihemed Emîn Yûsif ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Ji bo ku em baweriya xwe bi Tirkiyeyê û gavên ku diavêje bînin, divê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were. Ev rêya baweriyê vedike û dihêle ku pêvajoya aştiyê bigihêje armancên xwe.”

Mihemed Emîn Yûsif got: “Tê payîn ku Meclisa Tirkiyeyê demeke nêz qanûna çarçoveyî derxe, divê ev bi rêkarên qanûnî û hiqûqî, her wiha azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were. Dosyaya Rêbertî bi awayeke yekser girêdayî pêvajoya diyalog û aştiyê ye.”

Yûsif da zanîn ku daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji bo wan daxwazeke esasî ye.

Robîn Yûsif got: “Heke qanûna ku ji meclisa Tirkiyeyê derkeve, tê de azadiya fîzîkî ya Rêbertî û mafê hêviyê ji bo wî neyê misogerkirin, wê ew qanûn bê wate be. Çareserî bêyî azadiya Rêbertî nepêkane, me ji fikr û felsefeya wî rêya azadiyê dîtiye û dişopînin.”

Robîn Yûsif wiha li axaftina xwe zêde kir: “Azadiya me girêdayî azadiya Rêber Abdullah Ocalan e, pêşketinên ku ji bo çareseriya doza Kurdî li her çar parçeyên Kurdistanê derkeve bi azadiya wî ve girêdayî ye. Lewma heke qanûn azadiya wî misoger neke, Tirkiyeyê bêyî beşdariya Rêbertî aştiyê ferz bike, em ê qebûl nekin. Em bêyî rol û hebûna Rêbertî tu gavan qebûl nakin.”

Robîn got: “Em ji bo Rêbertî li ser soza xwe ne, em ê di rewşên herî zehmet de jî ji bo doza xwe tê bikoşin, em tenê bi wî re azadiya xwe dibînin.”

(sb)

ANHA