Mîrateya 11`ê Îlonê û zextên li ser Îsraîlê li herêmê rojeva medyaya Erebî bû

Medyaya Erebî li ser bandorên êrişên 11`ê Îlonê piştî 25 salan, zêdebûna zexta Rojavayî li ser Îsraîlê û hişkbûna helwesta wê di danûstandinên bi Şamê re re, nivîsîn.

Mîrateya 11`ê Îlonê û zextên li ser Îsraîlê li herêmê rojeva medyaya Erebî bû
11 îlon, 2026   09:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro, medyaya Erebî du mijarên sereke xistin rojevê, ya yekem, nirxandinek li ser bandora êrişên 11ê Îlona 2001an piştî 25 salan, û ya duyem, guhertinên ku li herêmê diqewimin, bi taybetî zexta li ser Îsraîlê û bandorên pevçûna herêmî li Rojhilata Navîn.

Rojnameya El Nehar li ser salvegera 25`emîn a êrişên 11ê Îlonê nivîsî, û di gotarek bi sernavê "Çaryek Sedsal Piştî 11ê Îlonê: Ji El Qaîdeyê Berbi Terorîzma Nenavendî", li ser guhertinên ku ji êrişên 11ê Îlonê vir ve li ser nexşeya "terorîzmê" ya cîhanî çêbûne, nîqaş kir û destnîşan kir ku xetere bi tevahî kêmtir bûye, lê bêtir belav bûye û şopandina wê dijwartir bûye.

Rojnameyê diyar kir ku li gorî qonaxên berê hêza komên cîhadîst kêm bûye, di heman demê de qebûl kir ku ew dikarin bi rêya tor, şax û komên cuda kar bikin û beşek ji navenda giraniya cîhadîst ber bi herêmên nû ve, bi taybetî li Afrîkayê, veguhezîne.

Rojnameya El Quds El Erabî, di gotarek bi sernavê "25 Sal Ji 11ê Îlonê Ve: Derewên 'Şerê li dijî Terorê'", encamên polîtîkayên ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê piştî êrişan pejirandine, rexne kir, û rexne li veguherîna şerê li dijî "terorîzmê" bo hincetek ji bo şer û destwerdanên leşkerî û ewlehiyê kir.

VEGUHERÎNÊN HERÊMÎ Û ROLA ÎSRAÎL, ÎRAN Û HÊZÊN WAN ÊN PÊWENDÎDAR

Rojnameya El Nehar gotarek bi sernavê "Şemaqek Xurt ji bo Îsraîlê ji Welatên Rojava" weşand, ku tê de guhertina helwesta Brîtanî û Rojavayî ya li hember Îsraîlê nirixand. rojnameyê destnîşan kir ku "tiştê ku balkêş e guhertina Brîtanyayê ya ji bo piştgiriya mafên gelê Filistînê ye," û nirxand ku guhertina Rojavayî dibe ku zextek zêde li ser Îsraîlê pêk bîne.

Di gotareke din de bi sernavê "Kontrola Mutleq a li ser Cebel El Şêx... Netanyahu Bihayê Peymana bi Şamê re Bilind Dike", rojnameyê bal kişand ser rêça têkiliya di navbera Îsraîl û Şamê de û guhertina helwesta Îsraîlê li ser hebûna leşkerî li Cebel El Şêx û nîşan da ku Îsraîl ji "hebûneke demkî" ber bi "hebûna ewlehiyê" ve çûye û wê bi şertên her peymana ewlehiyê bi Şamê re girêdide.

(k)

ANHA