Sîpan Hemo ji bo şehadeta şervan Sîpan sersaxî xwest

Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Herêma Rojhilat, Sîpan Hemo sersaxî da malbata şervanekî Lîwaya Hesekê ku piştî revandina wî ji aliyê komeke çekdar ve şehîd bû, pêşkêş kir. Hemo diyar kir ku çend kesên ku di vê sûcê de beşdar bûne hatine girtin. Di vê navberê de, bi hezaran şêniyên Parêzgeha Hesekê kom û daxwaz kirin ku berpirsiyar werin cezakirin.

Sîpan Hemo ji bo şehadeta şervan Sîpan sersaxî xwest
11 îlon, 2026   09:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Di tweetekê de li ser platforma X`ê, Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Herêma Rojhilat, Sîpan Hamo sersaxî ji malbata Sîpan (Samî Şêxmûs Heso), şervanê Lîwaya Hesekê, ku piştî revandina wî ji aliyê komeke çekdar ve şehîd bû, pêşkêş kir. Hemo diyar kir ku rayedarên pêwendîdar çend kesên ku di vê sûc de beşdar bûne girtine.

Sîpan Hemo destnîşan kir ku şehîd Sîpan şervanekî Lîwaya Hesekê bû û salên xwe yên xizmetê ji bo parastina ewlehiya herêmê û gelê wê terxan kiriye.

Hamo gotinên zimanê nefretê ku tundûtûjî û kuştinê gur dikin şermezar kir û bang li xelkê herêmê kir ku sebir û aramiyê nîşan bidin û nekevin nav hewldanên gurkirina pevçûnê.

Hemo diyar kir ku rayedaran çend ji kesên têkildar girtine, di heman demê de hewl didin ku hemû beşdarên sûc bigirin û wan bînin ber dadgehê da ku li gorî qanûnê bi awayekî adil werin darizandin.

Piştî ragihandina şehadeta Sîban, bi hezaran şêniyên Parêzgeha Hesekê li meydanên giştî kom bûn, sûc şermezar bikin û daxwaz kirin ku kesên têkildar werin darizandin.

(k)

ANHA