Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan 17’ê Nîsanê dest pê dike

Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan 10’an a ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker hatibû taloqkirin, dê 17’ê Nîsanê dest pê bike. Mîhrîcan dê 3 rojan dewam bike.

Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan 17’ê Nîsanê dest pê dike
12 nîsan, 2025   14:49
QAMIŞLO

Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan a 10’an a dê 17, 18 û 19’ê Nîsanê li Parka Azadî ya li bajarê Qamişloyê pêk were.

Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan her sal di Adarê de bi boneya 8’ê Adarê (Roja Jinan a Cîhanê) ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê û Tevgera Hîlana Zêrîn a Çanda Jinan ve dihat lidarxistin. Îsal ji ber êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker hat taloqkirin.

Desteya Çand û Hunerê di 25’ê Sibatê de diyar kiribû ku mîhrîcan dê di Adarê de neyê lidarxistin û taloqî Nîsanê tê kirin.

Hevseroka Desteya Çand û Hunerê Firyal Çolî sedema talqokirina mîhrîcanê spart êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker e. Firyalê aşkera kiribû ku deriyê mîhrîcanê dê li ber hemû kesên li Sûriyeyê û derveyî wê vekirî be û got di mîhrîcanê de dê pirrengiyeke fikrî û çandî hebe.

(bb)

ANHA