Meşa li Strasbourgê dest pê kir

Ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêber Abdullah Ocalan û ji bo azadiya wî ya fîzîkî, ji gelek navendên Ewropayê bi deh hezaran kes hatin Strasbourgê û meşiyan.

Meşa li Strasbourgê dest pê kir
15 sibat, 2025   15:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li hemberî Rêber Abdullah Ocalan, Kurdistanî û dostên wan li bajarê Strasbourg ê Fransayê hatin ba hev û meşiyan.

Di meşê de pankarta ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ hate vekirin. Çalakvanên meşa dirêj pêşengiyê ji gel re dikin. Her wiha li pêşiya kortejê posterê mezin ê Rêber Abdullah Ocalan hat hilgirtin.

Her wiha pankarta ‘Em bang li Ewropayê dikin: Dawî li êşkence û tecrîda 26 salan a li hemberî Rêber Abdullah Ocalan bîne’ hate vekirin.

Gel flamayên Rêber Abdullah Ocalan jî hilda û bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana Kobanê" û "Bijî Berxwedana Tişrînê" berz kir.

Meşa ku li Bulvara Metz destpê kirî, wê heta Parc De L’Etoile bidome.