Li Helebê 2 teqîn çêbûn

Li kampa Neyreb û balafirgeha leşkerî ya Neyrebê yên bajarê Helebê du teqînan rû da.

Li Helebê 2 teqîn çêbûn
15 sibat, 2025   15:00
HELEB

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane, li Tabûra Parastina Hewayî ya Balafirgeha Leşkerî ya Neyrebê ya nêzî Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê, teqîneke rû da. Di heman demê de li Kampa Neyrebê ya nêzî heman cihî jî teqîneke din rû da.

Tê gotin ku birîndar hene û zirar li cihên teqînan bûne.

Heya niha sedemên teqînê nehatin zanîn.

Hêjayî gotinê ye ku piraniya niştecihên Kampa Neyrebê filistînî ne ku ji sala 1948’an ve ji herêma Celîl El Ela penaber bûne. Kampa Neyreb, piştî kampa Yermûk a li Şamê, duyemîn mezintirîn kampa filistîniyên li Sûriyeyê ye.

(bb)

ANHA