Meşa ciwanên Firatê di roja duyemîn de ye

Meşa dirêj a ji bo şermezarkirina komploya nvaneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan a ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Firatê ve hatiye lidarxistin di roja xwe ya 2'yemîn de didome.

Meşa ciwanên Firatê di roja duyemîn de ye
Meşa ciwanên Firatê di roja duyemîn de ye
Meşa ciwanên Firatê di roja duyemîn de ye
Meşa ciwanên Firatê di roja duyemîn de ye
Meşa ciwanên Firatê di roja duyemîn de ye
14 sibat, 2024   17:38
KOBANÊ

Di roja 2'yemîn de, ciwanên kantona Firatê meşa xwe ya dirêj bi boneya 25ˊemîn salvagera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, didomînin.

Meş bi dirûşma "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" bi beşdariya bi sedan ciwanên kantonê didome.

Di roja 2'yemîn de meş ji navçeya Qenayê dest pê kir û ber bi gundê Bênderê Mezin ê Kobanê ve bi rê ket.

Çaverê ye meşa dirêj sibe bi dawî bibe.

(mh)

 ANHA