Medyaya Erebî: Êrişa Ebû El duhur nakokiya Îsraîl - Tirkiyê li ser Sûriyeyê nîşan dide

Medyaya Erebî nivîsî ku êrişa li ser Ebû El Duhur ceribandinek nû ya hevsengiya bandora Îsraîl û Tirkiyê li Sûriyê bû. Her wiha tirs zêde ibin ku welat bibe qadeke pevçûna nerasterast di navbera hêzên herêmî de.

Medyaya Erebî: Êrişa Ebû El duhur nakokiya Îsraîl - Tirkiyê li ser Sûriyeyê nîşan dide
22 tebax, 2026   09:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojname û dezgehên medyayê yên Erebî îro li ser geşedanên herî girîng ên herêmî nivîsîn û bal kişandin li ser pirsgirêka Sûriyeyê, Peymana Mekkeyê ji bo Parastina Hevbeş, zêdebûna aloziya Amerîka-Îranê û krîza Tengava Hurmuzê.

SÛRIYEY BALDARIYA HERÎ MEZIN KIŞAND

Rojnameya El Xelîc, di gotara xwe ya "Peyamên JI Ebû El Duhur Wêdetir" de, nivîsî ku êrişên hewayî yên Îsraîlê yên dawî "ne tenê bûyerek meydanî ya derbasbûyî bûn", û diyar kir ku hilbijartina balafirgehê peyamên têkildarî geşedanên herêmî û siberoja hebûna Tirkiyê li Sûriyeyê hildigire, ku êrîş di çarçoveyek berfirehtir a ji nû ve xêzkirina sînorên bandorê li welêt de pêk hat.

Rojnameya El Erebî El Cedîd gotarek bi nvê "Gefên Îsraîlê li Sûriyeyê... Vebijarkên Şam û Enqerê çi ne?" weşand.

Rojameyê nivîsî ku bilindbûna rewşê gihîştiye astek ku bandorê li ser têkiliya di navbera Şam û Enqerê de ji aliyekî ve û Îsraîlê ji aliyê din ve dike. Hat destnîşankirin ku Îsraîlê peyam ji her du aliyan re şandiye, digel gefên Îsraîlê ku heke bersiva peyamên ku hatine şandin nede, dê êrişên li ser Sûriyeyê berdewam bike.

Rojnameya El Şerq El Ewset behsa aliyê Tirkiyeyê yê êrîşê kir û nivîsî ku hedefgirtina Ebû El Duhur "peyamek ji bo Tirkiyeyê" bû, ji ber axaftina li ser plan an rêkeftinên têkildarî hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê li Sûriyeyê.

PEYMANA MEKKEYÊ DI NAVBERA EREBISTANA SIÛDÎ, TIRKIYE Û PAKISTANÊ DE

Li kêleka mijara Sûriyeyê, Peymana Mekkeyê ji bo Parastina Hevbeş di navbera Erebistana Siûdî, Tirkiye û Pakistanê de kete rojeva medyaya Erebî û bal kişand li ser bandorên wê li ser ji nû ve şekildana pergala ewlehiyê ya herêmî.

Rojnameya El Ehram li ser peymanê ji aliyê bandora wê ya li ser Îranê gotûbêj kir û bal kişand ser tekeziya her sê welatan ku ew "li dijî ti welatekî nîne". Di heman demê de, rojnameya Rai El Youm Peymanê wekî nîşaneyek ji bo veguherîna ji peymanên normalîzekirinê bo "peymanên astengkirinê" û destpêkek gengaz a rêjeyek herêmî ya nû nirixand.

ZÊDEBÛNA ALOZIYA AERÎKA – ÎRANÊ

Zêdebûna aloziyên Amerîka û Îranê û krîza Tengava Hormuzê wekî mijarek sereke ya herêmî derketine holê. Reutersê, di nivîsa xwe ya îro de, behsa nameyên dijminane yên berdewam di navbera Washington û Tehranê de û bandora wê li ser trafîka deryayî ya li tengav û bazarên petrolê kir.

Di heman demê de, El Cezîre helwestên Îranî û Amerîkî li ser danûstandinan û zexta hevbeş, di nav nakokiya berdewam a li ser siberoja tengavê û cezayên li ser Tehranê de, nirixand.

(k)

ANHA