Meclisa navçeya Zirganê: Efrîn dê bi berxweda gelê me vegere

Meclisa navçeya Zirganê destnîşan kir ku “Bi berxwedan û îradeya gel û hêzên herêmê hemû planên dijmin dê têk biçin û Efrîn dê vegere”.

Meclisa navçeya Zirganê: Efrîn dê bi berxweda gelê me vegere
19 ÇILE, 2024   13:24
HESEKÊ

20'ê Çileyê salvegera 6'emîn a destpêka êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Efrînê ye, hemwextî êrişên şaneyên DAIŞ'ê li dijî girtîgeha Sînaa ya bi armanca vejandina DAIŞ'ê.

Meclisa navçeya Zirganê daxuyaniyek li pêşiya nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a li navenda navçeyê da. Daxuyanî ji aliyê hevseroka meclisê Esma Silî ve bi beşdariya endamên saziyên civaka sivîl û hêzên ewlekariyê û şêniyên herêmê hat xwendin.

Di daxuyaniyê de kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrînê wek dagirkirina malên şêniyan û derkirina wan, birîna daran, meşandina siyaseta tirkkirinê û rakirina sembolên gelê herêmê, her wiha êrişên wê yên li dijî binesaziya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bêdengiya li li hember wan, hatin şermezarkirin.

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Êrişa li dijî girtîgeha Sînaa komployek bû û gelek hêz di serî de dewleta Tirk a dagirker tê de beşdar bûn. Ew êriş ji bo derxistina bi hezaran terorîstan bû her wiha hatibû plankirin ku terorîstên kampa Holê jî tev li wan bibin. Lê bi saya berxwedana hêzên leşkerî, ewlekarî û sivîl ev plan hatin têkbirin.

Di dawiya daxuyaniyê de soza domandina berxwedan û têkoşînê ji bo têkbirina planan hat dayîn û wiha hat gotin: "Bi berxwedan û îradeya gelê xwe Efrîn dê vegere û ev zehmetî dê bên derbaskirin."

(mh)