Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê `Cezayên dîsplînê` şermezar kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Minbicê "Cezayên dîsplînê" ku dewleta Tirk li Rêber Abdullah Ocalan birîne û bêdengiya hêzên navneteweyî şermezar kir.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê `Cezayên dîsplînê` şermezar kir
22 gulan 2024   16:04
MINBIC

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Minbicê bi dauxyaniyekê "Cezayên dîsplînê" ku dewleta Tirk li Rêber Abdullah Ocalan birîne, şermezar kir.

Daxuyanî  li ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a li bajarê Minbicê bi amadebûna endamên meclisên malbatên şehîdan ên katnonê û Meclisa Leşkerî ya Minbicê hat dayîn û ji aliyê endamê meclisê Hesen El Hisên ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk bi van cezayan, qanûnên mafên mirovan binpê dike. Di daxuyaniyê de bêdengiya rêxistinên hiqûqî ya li hember van pêkanînan wek tevkariya wê di tecrîdê de hat destnîşankirin.

Di dawiyê de cezayên li Rêber Abdullah Ocalan û sûcên li dijî wî tên kirin hatin şermezarkirin. Her wiha bang li rêxistina mafên mirovan û CPT’yê hate kirin ku helwesteke cidî li hember vê mijarê nîşan bidin.

(şx)

ANHA