Meclisa Jinan têkildarî amadekirina destûra nû panelek li Şamê organîze kir

Meclisa Jinan a Sûriyeyê têkildarî girîngiya geşkirina mafên jinan û bihêzkirina wan ji bo beşdariya aktîv di jiyana siyasî û leşkerî de, li Şamê paneleke diyalogê li dar xist.

Meclisa Jinan têkildarî amadekirina destûra nû panelek li Şamê organîze kir
18 sibat, 2025   00:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi sernavê "Nêrîna jinên Sûriyeyê di destûra Sûriyeyî de", li Şamê paneleke diyalogê li dar xist.

Di panelê de zêdetirî 150 jinên ji tevahî beşên jiyanê; hiqûqnas, kesayetên serbixwe û endamên partiyên siyasî û rewşenbîr beşdar bûn.

Beşdarên panelê girîngî da beşdarbûna jinan di sazkirina destûra Sûriyeya nû de û got pêwîst e hebûna jinan di tevahî aliyên siyasî û leşkerî de aktîv be û avakirina partiyan bêyî bidûrxistinê werin geşkirin.

Beşdaran kêşeyên sereke yên li hemberî amadekirina destûreke ku her du zayend tê de bin nîqaş kirin û anî ziman ku divê mafên jinan di ber çavan re were girtin.

Beşdaran di dawiyê de got hin adat û kevneşopiyan dengên jinan ên beşdarbûna siyasî paşguh kirin.

(fr)