Hikmet El Hecrî: Heta saziyên dewletê neyên sererastkirin em çekê teslîm nakin

Serokê Ruhanî yê Muslimanên Miwehedîn ên Durzî şêx Hikmet Selman El Hecrî diyar kir ku heta ku saziyên dewletê neyên sererastkirin ew teslîmkirina çekên welatiyên herêmê red dikin.

Hikmet El Hecrî: Heta saziyên dewletê neyên sererastkirin em çekê teslîm nakin
17 sibat, 2025   23:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera Serokatiya Ruhanî ya Muslimanên Miwehedîn ên Durzî dîmena şêx Hikmet Selman El Hecrî ku li ser dozên girêdayî siberoja Sûriyeyê diaxive parve kir. Di dîmen de El Hecrî balê dikişîne ser girîngiya avakirin û pêşketinê ligel parastina rûmeta gelê Sûriyeyê, xêr û berên wê.

El Hecîr diyar kir ku têgîna efûkirin û bexişandinê nayê wateya jinûve vegerandina gendeliyê yan jî dayîna derfetan ji berpirsên berê re, lê ji wê zêdetir pêwîstî bi guhertina bingehîn di fikirandin û rêbazên xebatê de heye.

Der barê radestkirina çekê de, şêx El Hecrî bang li komên çekdar kir ku bibin yek û ji bikaranîna çekê di kar û barên sivîl de bi dûr bikevin û girîngî da hevkar û rêzdariyê. El Hecrî anî ziman ku kesên di koman de ku xwe parêzvanê xakê û rûmetê nîşan didin, wê piştî sererastkirina saziyên dewletê tev li artêşeke pergalî bibin.

Li ser têkildanîna bi hikumeta heyî re El Hecrî destnîşan kir ku têkiliya wan hevkarî û peywendî ye û bang li hikumeta heyî kir ku bi pisporan re hevkar bin û tu pêkhateyekê ji pêkhateyên civaka Sûriyeyê paşguh nekin, divê di bin çavdêriyeke nîştimanî û navneteweyî de diyalog û xebat bên kirin.

Di dawiya axaftina xwe de şêx Hikmet Selman El Hecrî got gelê Sûriyeyê naxwaze êş dubare bibin û bi welat re wefedar in. El Hecrî teqezî bi yekitiya xak û gelê Sûriyeyê kir û bang li eşîran kir ku biratiyê û hevkariyê ji bo avakirina siberojeke hevbeş geş bikin.

(fr)

ANHA