Mala Êzidî Kovan li malbata wê vegerand

Piştî YPJˊê ew ji kampa Holê rizgar kir, Mala Êzidî ciwana bi navê Kovan Xerto li malbata wê vegerand.

Mala Êzidî Kovan li malbata wê vegerand
Mala Êzidî Kovan li malbata wê vegerand
Mala Êzidî Kovan li malbata wê vegerand
Mala Êzidî Kovan li malbata wê vegerand
Mala Êzidî Kovan li malbata wê vegerand
Mala Êzidî Kovan li malbata wê vegerand
Mala Êzidî Kovan li malbata wê vegerand
2 adar, 2024   20:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Mala Êzidî ya Kantona Cizîrê bi hevkariya Meclisa Şengalê û YJŞˊê ciwana bi navê Kovan Îdo Xerto li Şengalê vegerand.

Mala Êzidî di nûçeya xwe de spasî kir û got: "Em spasiya YPJˊê û Hêzên Ewlekariya Hundrîn û her kesê alîkariya rizgarkirina Kovan ji qirêjiya rêxistina terorê kiriye û vegerandî malbata wê dikin."

YPJˊê Kovan a ji gundê Herdan ê Şengalê piştî ku di Tebaxa 2014ˊan de ji hêla DAIŞˊê hatibû revandin, rizgar kir.

Kovan di qonaxa sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehî de li kampa Holê hate rizgarkirin.

(fr)