‘Lubnan ji bo siberoja lihevhatina DYA-Îranê qada ceribandinê ye‘

Rojnameyan ku cih dan nakokiyên DYA û Îsraîlê diyar kir DYA‘yê dixwaze zextê li ser Tel Avîv bike û polîtîkayên wê yên herêmî sînordar bike. Rojnameyan îşaret bi vê yekê kir ku "Eniya Lubnanê ji bo siberoja lihevhatina Amerîka-Îranê careke din bûye qadeke girîn a ceribandinê."

‘Lubnan ji bo siberoja lihevhatina DYA-Îranê qada ceribandinê ye‘
20 hezîran, 2026   11:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên vê sibehê de zêdebûna rageşiya Îsraîlê ya li Lubnanê, lihevkirinên DYA û Îranê, her wiha nakokiyên di navbera Washington û Tel Avivê de yên li ser rêveberina dosyayên herêmê nirxandin.

‘DERFETEKE LUBNANÎ DI NAVBERA NERAZÎBÛNA AMERÎKA-ÎSRAÎLÊ DE‘

Rojnameya Şerq El Ewsat têkildarî nakokiyên di navbera Amerîka û Îsraîlê de diyar kir ku rexneyên ku Cîgirê Serokê Amerîkayê J.D. Vance li hikumeta Îsraîlê, bi taybetî wezîrên tundrew ên di kabîneya Benjamin Netanyahu de kirine, nîşan didin ku di nav Partiya Komarî de nêrîneke wisa li pêş heye ku xwezaya têkiliya kevneşopî yên bi Îsraîlê re ji nû ve were nirxandin. Hate gotin, li gorî wan divê ev nirxandin ji piştgiriya bê şert û merc a ku serdemên berê diyar dikir dûr be.

Rojnameyê, her wiha cih da daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ku gotibû "Destwerdana Amerîkayê nebûya, dê Îsraîl bi awayekî mezin têk biçûya". Têkildarî vê yekê jî hate gotin, "daxuyaniyên Trump, bandora atmosferek nû ya amerîkî xurt dike ku bêtir meyla zextê li ser Tel Avîv bike û polîtîkayên wê yên herêmî sînordar bike."

Rojnameyê îşaret pê kir ku ev guhertin  her çendîn di qonaxên xwe yên destpêkê de be jî, lê ji bo Lubnanê derfetek peyda dike ku ji polarîzasyona di navbera bandora Îranê û zexta Îsraîlê de bireve.  Bang li dewleta Lubnanê hat kirin serweriya xwe xurt bike û bi lez dosyaya çekên Hizbullahê çareser bike da ku rê li ber hincetên Îsraîlê bêne girtin û saziyên dewletên werin xurtkirin.

GELO ÎSRAÎL DÛRÎ HESABÊN  WASHINGTONÊ BER BI BERFIREHKIRINA ŞERÊ LUBNANÊ VE DIÇE?‘

Rojnameya El Ereb  jî ku  bal kişand ser zêdebûna êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê û pirsa "gelo hikumeta Netanyahu ber bi berfirehkirina şer ve diçe, bêyî guhê xwe bide hesabên Amerîka û lihevkirinên herêmî yên ku Washington dixwaze bi Tehranê re xurt bike? " kir. Hate destnîşankirin ku êrişên hewayî yên zêde yên Îsraîlê û daxuyaniyên tund ên ji aliyê rayedarên Îsraîlê ve hatine dayîn, di demekê de hatin ku rêveberiya Amerîkayê ji bo avakirina lihevkirineke herêmî ya bi armanca kêmkirina aloziyan û vekirina rêyên siyasî yên nû li herêmê dixebite.

Rojnameyê diyar kir ku Netanyahu bi zextek zêde yên hevkarên xwe yên rastgir, bi taybetî Wezîrê Ewlekariya Neteweyî Îtamar Ben Gvir û Wezîra Darayî Bezalel Smotrich re rû bi rû ye. hate gotin, her du wezîr ji bo berfirehkirina operasyonên leşkerî li dijî Hizbullahê, nemaze piştî kuştina 4 leşkerên Îsraîlê li başûrê Lubnanê, zext zêde kirine.

Li gorî rojnameyê, zêdebûna rageşiya berdewam, Washingtonê bi hevkêşeyeke tevlihev re rû bi rû dihêle û ev nirxandin hat kirin "Ev hevkêşe hevsengkirina piştgiriya ewlehiya Îsraîlê bi parastina şansên serkeftina lihevkirinên bi Îranê re ye." Hişyarî hat kirin ku her tevliheviyek mezin li eniya Lubnanê dikare hewldanên dîplomatîk ên ji bo ji nû ve şekildana rewşa ewlehiyê li Rojhilata Navîn têk bibe.

Rojnameyê di dawiyê de ev nirxandin kir "Eniya Lubnanê ji bo siberoja lihevhatina Amerîka-Îranê careke din bûye qadeke girîn a ceribandinê. Nîşane hene ku zêdebûna zexta navxweyî li Îsraîlê ber bi vebijarkên tundtir ve diçe. Li beramberî wê hewseke Amerîka ya pêşîgirtina li ketina herêmê ber bi pevçûnek herêmî ya berfirehtir heye."

(bb)