Li Enbarê êrişa hewayî li ser baregeha Heşdî Şabî

Li wilayeta Enbarê ya Iraqê di encama bombebarana DYA’yê de 3 fermandarên Haşdî Şabî hatin kuştin.

Li Enbarê êrişa hewayî li ser baregeha Heşdî Şabî
24 adar, 2026   09:24
Navenda Nûçeyan

Şevê din êrişên giran pêk nehatin. Ligel vê rewşê jî Baregeha Haşdî Şabî ya Wilayeta Enbarê ji hêla DYA’yê ve hate bombebarankirin. 

Heta zanîn ku di encma bombebaranê de Fermandarê Operasyonên Rojhilatê Enbarê Sead Duwey, Berpirsiyarê Îstixbaratê yê Rojhilatê Enbarê Wasiq El Fartusî û Berpirsiyarê Ewlehiyê yê Rojhilatê Enbarê Heyder El Memurî hatin kuştin.

Şevê din hêzên Haşdî Şabî li dijî Baregeha berê ya Amerîkayê ya li Rimêlan a li Rojavayê Kurdistanê êrişên bi dronan pêk hatibûn. Hate angaştin ku êrişên li dijî Haşdî Şabî wekî bersiva van êrişan pêk hatiye.

Beriya niha jî li wîlayeta Babilê êriş li ser baregeheke Heşdî Şabî hatibû kirin û di encamê de çar kes birîndar bûbûn.