Li Xezayê 5 filistînî hatin kuştin

Di gulebarana artêşa Îsraîlê li Şerîda Xezayê û êrişa li dijî erebeyeke polîsan li taxa El Tufah a bajêr de 5 kes hatin kuştin.

Li Xezayê 5 filistînî hatin kuştin
14 nîsan, 2026   16:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Di êrişên artêşa Îsraîlê li Şerîda Xezayê û hedefgirtina erebeyeke polîsan li taxa El Tufah a bakurê rojhilatê bajêr de 5 kes hatin kuştin.

Saziya Parastina Sivîl ji AFPˊê re daxuyand ku kuştî û birîndar gihaştin Nexweşxaneya El Şîfaî di nav birîndaran de rewşên xeter hene.

Wezareta Hundirîn a Xezayê  êrişên Îsraîlê şermezar kirin û got ew êriş binpêkirina agirbesta heyî ye.

(fr)