Li Xezayê 35 filistînî hatin kuştin

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 35 filistînî hatin kuştin.

Li Xezayê 35 filistînî hatin kuştin
12 kanûn, 2024   11:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA) diyar kir ku di êrişên vê sibehê yên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 35 filistînî hatine kuştin.

Ajansê têkildarî êrişan jî diyar kir ku li Xezayê avahiyek hat bombebarankirin û di encamê de 7 kes hatin kuştin. Li gorî ajansê li rojavayê kampa Nisêrat jî mala Ellewh a koçberan hat bombebarankirin û di encamê de 15 kes hatin kuştin.

Her wiha hate zanîn li rojavayê parêzgeha Refehê ya li başûrê Xezayê jî êrişeke artêşa Îsraîlê pêk hat û di encamê de 13 kes hatin kuştin, gelek kes jî birîndar bûn.

(bb)