Ukraynayê li Çeçenistanê tesîseke polîsan bombebaran kir

Balafireke bêmirov a biçek a Ukraynayê li herêma Çeçenistan a Rûsyayê tesîseke polîsan bombebaran kir. Di encamê de 4 parêzvanên tesîsê birîndar bûn.

Ukraynayê li Çeçenistanê tesîseke polîsan bombebaran kir
12 kanûn, 2024   11:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Çeçenistanê Remezan Kadîrov ragihand ku îro serê sibehê li herêma Çeçenistanê balafireke bêmirov a Ukraynayê tesîseke polîsan bombebaran kir.

Kadîrov diyar kir di encama bombebaranê de 4 parêzvanên tesîsê bi sivikî birîndar bûne.

(bb)