‘Li Urmiye 480 kes hatine binçavkirin, 3 kes hatine darvekirin’

Ji destpêka şerê Îran û Amerîka-Îsraîlê ve 480 kes li Urmiyeyê hatine binçavkirinû 3 kes jî hatine darvekirin. Her wiha ji bo 10 kesan cezayê darvekirinê hatiye dayîn.

‘Li Urmiye 480 kes hatine binçavkirin, 3 kes hatine darvekirin’
20 hezîran, 2026   15:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Giştî yê Dadgeha Parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê Nasir Etebatî di medya Îranê de hejmara binçavkirin û darvekirinê ji destpêka şerê Îran û Amerîka-Îsraîl ku di dawiya meha Sibatê de destpê kir, belav kir.

Nasir Etebatî ragihand ku ji destpêka şer ve li parêzgeha Urmiyeyê 480 kes hatine binçavkirin 3 kes jî bi tometa ewlehiyê hatine darvekirin, proseya lêpirsîna welatiyekê berdewame.

Her wiha Nasir Etebatî da zanîn ku 10 kes bi cezayê giran ê darvekirinê hatine mehkûmkirin û biryara desteserkirina tevahî mal û milkê 129 welatiyan hatiye derxistin ku beşek ji siyaseta nû ya zextê ye.

Beriya niha Berdevkê Dezgeha Dadweriya Giştî ya Îranê ragihandibû ku li seranserê welat 3 hezar û 121 kes bi tometa ewlehiyê hatine lêpirsîn.

Hêjayî gotinê ye ku heta niha têkildarî nasnameya kesên hatine binçavkirin û şêwaza darizandinê ti agahiyên zelal nehatine belavkirin.