20’emîn Festîvala Jinan a Şehîd Zîlan destpê kir

20’emîn Festîvala Jinan a Şehîd Zîlan bi şîara “Niha dema jinan e, jin jiyana azad dihûnin” destpê kir.

20’emîn Festîvala Jinan a Şehîd Zîlan destpê kir
20 hezîran, 2026   15:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Bajarê Dortmund ê Almanyayê îsal malûvaniyê ji 20’emîn Festîlvala Jinan a Şehîd Zîlan re dike. Festîval bi şîara “Niha dema jinan e, jin jiyana azad dihûnin” hate lidarxistin. Ji çar aliyên Awropa jin beşdarî festîvalê bûn.

TEVÎ GERMAHİYA ZÊDE JÎ TEVLÎBÛNA Jİ BO FESTÎVALÊ DEWAM DİKE.

Jinên Kurdistanî yên li dîasporayê bi cil û bergên xwe yên netewî tevlî festîvalê bûn. Li qadê standên pirtûkan û cil û bergên netewî hatin danîn. Mekanê çandî yê festîvalê Çadira Amale jî eleqeyeke zêde dît. Beriya destpêkirina bernameyê, gel li ber dengbêjiya ku li derdora stand û çadiran dihat gotin, hate ba hev.

Li ser dika festîvalê sembola têkoşîna jinên Kurd, pankarta “Jin jiyan azadî” hate daliqandin.

Piştî amadekariyên li qadê, bernameya festîvalê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqeyek rêzgirtinê û xwendina sirûda neteweyî Ey Reqîb destpê kir. Bi muzîka koma Koroya Zarokan bername dewam dike.