Karmendên malnişîn doza mûçeyan kir

Bi dehan karmendên malnişîn li Qamişloyê xwepêşandan li dar xist û daxwaza mûçeyên xwe ji hikumeta demkî kir ku ji nêzî salekê ve wernegirtine.

Karmendên malnişîn doza mûçeyan kir
Karmendên malnişîn doza mûçeyan kir
Karmendên malnişîn doza mûçeyan kir
Karmendên malnişîn doza mûçeyan kir
20 hezîran, 2026   14:28
QAMIŞLO

Bi dehan karmendên malnişîn (teqawûd) ku ji nêzî salekê ve mûçeyên xwe wernegirtine, xwepêşandanek li bajarê Qamişloyê li dar xist.

Xwepêşandan ji aliyê ‘Kombûna Hevgirtina Malnişînan’ ve hat organîzekirin. Xwepêşandêran bang li hikumeta demkî kir ku bi lez mûçeyên wan bide û tomarkirina karmendên nû yên malnişîn hêsan bike.

Di xwepêşandanê de pankartên ‘Mafê me ne qenciyek e, lê heqek e", "Em bang dikin ku dosyayên malnişînên nû werin pêşwazîkirin’ hatin vekirin. Her wiha dirûşmên bi banga mîsogerkirina jiyaneke birûmet û dayîna mûçeyan hatin berzkirin. Xwepêşandêran diyar kir ku nedana mûçeyan rasterast bandorê li rewşa debarê dike, nemaze ji ber buhayên pêdiviyan û dermanan zêde bûne.

Berpirsê kombûnê Can Resûl ji ajansa me re axivî û got: "Ev bûye zêdetirî salekê me mûçeyên xwe nestandine. Ev neheqiyek e. Armanca me ji vê çalakiyê ew e ku daxwaza mafên xwe yên rewa bikin û balê bikişînin ser zehmetiyên karmendên malnişîn ku êdî nikarin pêdiviyên rojane yên herî biçûk bi cih bînin."

Can Resûl destnîşan kir ku wan gelek caran ji bo vê mijarê serî li saziyên fermî daye, lê saziyan ji wan re gotiye ku serî li aliyên têkildar ên li Şamê bidin.

Resûl anî ziman ku pirsgirêka pêşwazînekirina daxwaznameyên karmendên nû yên malnişîn bûne jî heye û got hinceta vê yekê ew e ku daîreyên têkildar ên li Qamişloyê ne hazir in, ji ber vê yekî jî hejmareke karmendan hîna fermî nehatin tomarkirin.

Karmendê malnişîn Newaf Osman jî destnîşan kir ku wî ji 7 mehan ve mûçe wernegirtiye û wiha domand: "Dema me serî li nivîsgehên postxaneyên da ji me xwestin ku em mûçeyên xwe aktîf bikin. Me serî li beşa sîgortayê da, ji me re gotin aliyên têkildar ên li Şamê bersivê nadin. Îro bi hezaran karmendên malnişîn ji ber heman pirsgirêkê zehmetiyan dikişînin."

Fatima Temo jî ku karmendeke malnişîn e, anî ziman ku wê salek û nîv e mûçeyê xwe nestandiye û ev li gotinên xwe zêde kir: "Her aliyek me dişîne aliyekî din, lê mûçeyên me nadin me. Em qenciyekê ji tu kesî naxwazin, lê em mafên xwe yên qanûnî dixwazin."

(bb)

ANHA