Li Til Koçerê pevçûn: 3 ciwan birîndar bûn

Li Til Koçerê di pêşbirka hespan de pevçûn di navbera endamên Hêzên Ewlekariya Giştî û ciwanan de derket. Di encamê de 3 ciwan birîndar bûn.

Li Til Koçerê pevçûn: 3 ciwan birîndar bûn
22 gulan, 2026   14:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundê Hemoker ê Til Koçerê îro pêşbirka hespên erebî li dar ket. Di dema pêşbirkê de di navbera koma ciwanan a bi serkêşiya Elaa Hilêl El Şemerî û endamên Hêzên Ewlekariya Giştî de pevçûn derket.

Di pevçûnê de 3 ciwan birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneya bajarê Şedadê.

Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine, pevçûn ji ber nakokiyên di navbera Hêzên Ewlekariya Giştî û Elaa Hêlîl de li ser bîrên petrolê derket.

(bb)