Li Tedmurê mayîneke DAIŞˊê teqiya: 2 leşkerên Şamê hatin kuştin

Ji destpêka îsal ve di encama pevçûnên navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞˊê li beyarê Sûriyeyê de 127 kes hatin kuştin.

Li Tedmurê mayîneke DAIŞˊê teqiya: 2 leşkerên Şamê hatin kuştin
19 sibat, 2024   18:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), mayîneke DAIŞˊê li nêzî bendava Wadî El Ebyed li bakurê Tedmurê yê rojhilatê Humisê çandibû teqiya, di encamê de 2 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştinb û 5 jî birîndar bûn.

SOHRˊê diyar kir ku ew birîndar rakirin nexweşxaneya Tedmurê.

Li gorî SOHRˊê ji destpêka îsal ve di encama pevçûnên navbera hêzên Şamê û çeteyên DAIŞˊê li beyarê Sûriyeyê de 127 kes hatine kuştin.

(fr)