Li Tebqayê bazirganekî pereyên sexte hate girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn duşemê li Tebqayê bazirganekî pereyên sexte, dema pereyên sexte belav dikirin, girt.

Li Tebqayê bazirganekî pereyên sexte hate girtin
1 gulan, 2024   11:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî mijarê daxuyaniyek li ser malpera xwe parve kir.

Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: "22’yê Nîsanê roja duşemê, hêzên me li bajarê Tebqayê kesekî ku bazirganiya pereyên sexte û belavkirina wan dikir, girt.

Di encama şopandina liv û tevgera kesekî biguman de, diyar bû ku pereyên sexte di nava bajêr de belav dike û piştî komkirina delîl û agahiyên ku beşdarbûna wî di vî karî de îspat dikin, hêzên me bi ser cihê wî de girt û ew hat girtin. Di destê wî de 900 dolarên sexte hatin destser kirin.

Hêzên me ji bo ku li dijî wî tedbîran bigirin, ew kes sewqî aliyên eleqedar kir."

(şx)