Li Taywanê erd hejiya: 26 kes birîndar bûn

Li başûrê Taywanê bi pileya 6,4 erd hejiya. Di encamê de 26 kes birîndar bûn.

Li Taywanê erd hejiya: 26 kes birîndar bûn
21 ÇILE, 2025   11:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li başûrê Taywanê ji ber erdheja bi lerza 6,4’an li başûrê Taywanê 26 kes birîndar bûn.

Rêveberiya Navendî ya Meteorolojiyê ya Taywanê ragihand ku navenda erdhejê 38 kîlometre li başûrê rojhilatê eyaleta Chiayi ye û 10 kîlometre di bin erdê de ye.

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê beriya niha ragihandibû ku mezinahiya erdhejê 6,0 bûye.

Wezareta Agirkujiyê ya Taywanê ragihand ku 27 kesên sivikî birîndar bûbûn, ji bo nexweşxaneyan hatin veguhastin.

(bb)