Hevalên şehîd Kêfo Osman wesîyeta wî bi cih anî

Li ser daxwaz û wesiyeta wî, malbat û hevalên şehîd Kêfo Osman ku di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker li Bendava Tişrînê de şehîd bûbû, beriya merasîma oxirkirinê li stadên bajarê Qamişlo gerand.

21 ÇILE, 2025   11:06
QAMIŞLO

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê û werzîşvan şehîd Kêfo Osman (Bavê Hogir) 18`ê Çileyê li Bendava Tişrînê di êrişeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser nobedaran de şehîd bûbû. Şehîd Kêfo Osman wesiyet li heval û malbata xwe kiribû ku dema şehîd bikeve beriya definkirinê, cenazeyê wî li stadên Qamişloyê bigerînin.

Keça Şehîd Kêfo Osman, Ahîn Osman (Dîcle) sala 2015`an li bajarê Minbic şehîd bûye. Şehîd Kêfo Osman ji salên 1980`yî ve werzîşvanî kiriye, endamê Rêveberiya Yaneya Asayîşê ye û avakerê tîmeke futbolê ye. Bi dehan keç û xort fêrî futbolê kirine.

Lîstikvanên futbolê, heval û malbata şehîd Kêfo Osman vê sibehê beriya merasîma definkirinê, cenazeyê wî rakir ser milan û derbasî hola Stada Heysem Kiço û Şehîdên 12`ê Adarê kirin.

Li Stada Şehîdên 12`ê Adarê hevalê şehîd û endamê Rêveberiya Kongra Îslama Demokratîk Mesûd Dawûd axivî û destnîşan kir ku şehîd Kêfo Osman heta dawiya temenê xwe bi moral û di asta herî bilind a berxwedanê de bû û got: “Piştî 45 salan êdî dê spor bêyî Bavê Hogir bijî, lê ew ê di dilê me de her bijî. Heval Kêfo di gelek qadên siyasî, civakî û werzîşê de bi salan xebat daye meşandin. Em li ser şopa hevalê xwe ne.”

Piştre cenazeyê şehîd Kêfo Osman vegerandin morga şehîdan û dê bi 6 hevalên xwe yên şehîd re li Pekrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan bê oxirkirin.

(sb/bb)

ANHA