Li Swîsreyê qanûna qedexkirina Hemasê hat pejirandin

Hikumeta Swîsreyê qanûna qedexekirina tevgera Hemasê pejirand û weke ʹrêxistina terorîstʹ bi nav kir.

Li Swîsreyê qanûna qedexkirina Hemasê hat pejirandin
4 îlon 2024   22:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Swîsreyê qanûna qedexekirina tevgera Hemasê ya Filistînê pejirand û weke ʹrêxistina terorîstʹ bi nav kir û diyar kir ku her kes qedexeyê bin pê bike dê cezayê girtîgehê yan jî bac lê were birîn.

Li gorî qanûnê ku dê ji parlamentoyê re were rakirin da ku biryara erêkirinê bide, dê tevgera Hemasê û komên girêdayî wê û rêxistinên ku bi navê tevgerê yan jî li şûna wê kar dikin, werin qedexekirin.

Berê jî wezîra penaberiyê ya Swêdê destnîşan kiribû ku dibe ku Siwêd di dema pêş de alîgirên Hemasê dersînor bike.

(mh)