Di merasîma şehîd Dijwar de soza bilindkirina têkoşînê hat dayîn
Ji bo Endamê Rêveberiya Qamişlo ya Hêzên Ewlekariya Hundirin Dijwar Qamişlo (Metîn Dînce) ku duh (3 îlon 2024) di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibû, merasîma ceneze hat lidarxistin.
Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, saziyên sivîl û Meclisa Malbatên Şehîdan li taxa Enteriyê ji bo wergirtina cenazeyê endamê rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Dijwar Qamişlo (Metîn Dînce) kom bûn. Şehîd Dijwar duh di encama hedefgirtina erebeya wî de li pêşiya girtîgeheke li taxa Um El Fursan a Qamişlo şehîd bû.
Piştî wergirtina cenazeyê şênî ber bi Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan ve bi rê ketin.
Li wir endama Meclisa Malbatên Şehîdan Cewahir Osman sersaxî da malbata şehîd û hemû şehîdên şoreşê bi bîr anîn û got: "Şehîd Dijwar ne yê yekem e, bi hezaran şehîdan ji bo doza azadiyê xwe feda kirin. Em jî soza şopandina rêya wan û parastina doza azadiyê li ser şopa fikra Rêber Apo didin."
Hevserokê Desteya Hundirîn a kantona Cizîrê Hesen Şero got: "Hêza ku rêber, şehîd û gelê xwe heye tu carî têk naçe. Gelê ku hêza xwe ji berxwedana Zapê digire tu carî nayê têkbirin."
Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Elî Zaxoranî fedakariya şehîd Dijwar silav kir û soza bilindkirina asta têkoşînê da.
Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê hat xwendin û ji bo malbata wî hat radestkirin.
Şehîd bi tilîliyên dayikan û siloganên "Şehîd Namirin" hat veşartin.
(mh)