Li Silêmaniyê dronek ket xwarê: Zarokek birîndar bû

Di danê sibehê de li taxek ya Silêmaniyê dronek li nav cihê niştecihbûnê ket xwarê. Li gorî agahiyên destpêkê zarokek birîndar bû û ziyan bi malên welatiyan ket.

Li Silêmaniyê dronek ket xwarê: Zarokek birîndar bû
12 adar, 2026   10:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnews,  di danê sibehê de li taxa Qalaw ya li başûrê bajarê Silêmaniyê, dronek li nav cihê niştecihbûnê ket xwarê û dengê teqînek mezin hat bihîstin.

Li gorî agahiyên destpêkê di encama ketaina dronê de, zarokek birîndar bû û zerer bi 6 malên li taxê ket.

Hêjayî gotinê ye ku duh şev heta saetên direngiya şevê êrişên bi dronan yên li ser bajarên Herêma Kurdistanê duh şev jî berdewam kirin. Duh şev bi droneke kamîkaze êrişê Otêl Dîvan ya li Hewlêrê û Fermandariya Hêzên 70’ê (hêzên Pêşmerge yên girêdayî YNK’ê) ya li Silêmaniyê hate kirin.Piştî pêla êrişên îşev li ser Hewlêrê û Silêmaniyê, herî kêm şeş êrişên din jî li ser Hewlêrê hatin kirin û zerera êrişan nehate zanîn. Hate zanîn ku herî kêm şeş dronan êrişî Hewlêrê kirine.