QSD'ê nasnameyên 6 şehîdan aşkera kirin

QSD'ê şehadeta 6 şervanan aşkera kir ku di bersivdayîna êrişên komên hikumeta demkî de şehîd bûne.

QSD'ê nasnameyên 6 şehîdan aşkera kirin
12 adar, 2026   10:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) der barê şehadeta 6 şervanan de daxuyaniyek nivîskî li ser malpera xwe weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin "Hêzên me bi xemgîniyeke kûr, lê bi serbilindî şehadeta 6 şervanên ku bi xwîna xwe ya pak destaneke qehremaniyê nivîsandin radighînin. Ev leheng bi sekneke bi rûmet û şeref li hember êrişên komên Şamê sekinin. Hebûna gelê xwe û mafê wê yê jiyaneke bi rûmet parastin. Heta nefesa dawî ala fedakariyê bilind kirin. Fedakariyên wan şahidiya rûmet û serhildanê bûn. Di heman demê de nîşaneke zindî ye ku axa bi xwîna ewldanên xwe hatiye avdan, dê neçe.

Van şehîdan wateya rasteqîn a lehengiyê nîşan da. Li hemberî êrişên ku dixwestin mafên gelê wan ên azadî, ewlehî û aramiyê têk bibin,  xwe kirin mertalên asê. Li eniya pêş bûn. Li cihê şer lê dijwar bû, bi israr û biryardarî, cesareta wan bêdawî bû. Bi baweriyeke bêdawî bi prensîbên ku pê sond xwaribûn, şer kirin û heta nefesa xwe ya dawî dilsozên sonda xwe man. Bi qehremaniyeke bêhempa jiyana xwe pêşkêş kirin, bi xwîna xwe ya pak wêrekî û mêrxasiya ku bi zeman re winda nabe, nivîsandin.

Em şehîdên xwe oxir dikin û ji malbatên wan re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin giyanên wan ên pak ku fedakariya wan dê di meşa me ya têkoşînê de wekî çirayekê bimîne. Em ê bi israr li ser şopa wan bimeşin, qet ji prensîbên ku di oxira wan de canê xwe dane, dûr nekevin. Em em ê bi fedakarî û berpirsiyariyê berdewam bikin da ku armancên ku wan pêk bînin."

Nasnameyên şehîdan:

Nasnav:  Berxwedan Welat

Nav  û paşnav: Mihemed Xazî

Navê dayikê: Wefa

Navê bav: Emar

Cihê jidayikbûnê: Hesekê

Cih û dîroka şehadetê: Sirîn, 20 Çile 2026

Nasnav: Dilşêr Serêkaniyê

Nasnav: Ehmed Hisên

Navê dayikê: Seediye

Navê bav: Zehredîn

Cihê jidayikbûnê: Serêkaniyê

Cih û dîroka şehadetê: Sebah El Xêr, 18 Çile 2026

Nasnav: Bahoz Hesekê

Nav û paşnav: Silêman Izo

Navê dayikê: Yusra

Navê bav: Ehmed

Cihê jidayikbûnê: Xirbe Ciso

Cih û dîroka şehadetê: Til Temir, 5 Adar 2026

Nasnav: Rodî Hesekê

Nav û paşnav: Mehmûd El Hemed

Navê dayikê: Wedha

Navê bav: Şihab

Cihê jidayikbûnê: Hesekê

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê- Mekmen, 17 Çile 2026

Nasnav: Hemo Hesekê

Nav û paşnav: Mehmûd El Nayîf

Navê dayikê: Ebîr

Navê bav: Abdullah

Cihê jidayikbûnê: Dêrazor

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê- Mekmen, 17 Çile 2026

Nasnav: Basil

Nav û paşnav: Murhef Xelef

Navê dayikê: Cewhera

Navê bav: Hemîd

Cihê jidayikbûnê: Şedadê
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor, Çile 2026

(bb)