Rêveberiya Ronahî TV’yê têkildarî şewata li studyoya televîzyonê daxuyanî da

Di studyoya Ronahî TV’yê ya li Qamişloyê de şewat derketibû. Rêveberiya televîzyonê da zanîn ku şewat ji ber pirsgirêka ceryanê derketiye û di encama wê de weşana televîzyonê ji bo demekê sekiniye.

Rêveberiya Ronahî TV’yê têkildarî şewata li studyoya televîzyonê daxuyanî da
12 adar, 2026   10:38
QAMIŞLO

Rêveberiya Ronahî TV’yê d zanîn ku di studyoya wan a li Qamişloyê de şewat derketiye. Li gorî daxuyaniya têkildarî mijarê, di encama şewatê de weşana televîzyonê demekê sekiniye.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Li studyoya televîzyona me ya li Qamişloyê şevê din saet derdora 02.00’yan (12 Adar 2026) şewatek derket. Şewat di demeke kurt mezin bû, bi mudaxeleya ekîbên agirkujiyê û mudaxeleya xebatkarên televîzyonê hat vemirandin. Di encama şewatê de li studyoyê ziyaneke mezin a madî çêbû.

Hate diyarkirrin ku şewat ji ber pirsgirêka ceyranê derketiye û wiha hate gotin: “Ji ber şewatê, weşana televîzyona me ji bo demekê ji neçarî sekinî. Ji bo ku gel, şopdar û temaşevanên me ji agahiyan bê par nemînin û bi berdewamî rastiyan ji çavkaniyên wê bigirin, weşana me berdewam dike.”

Di dawiya daxuyaniyê de jî hate gotin: “Di demeke kurt de dê pirsgirêkên derketine holê werin çareserkirin û weşana me ya li studyoya Qamişloyê jî careke din bikeve rewşa asayî. Em ê gel bê agahdarî nehêlin.”