Li Şengalê merasîma veşartina 32 cenazeyan pêk hat 

32 cenazeyên duh ji Tiba Edlî ya Bexdayê hatibûn wergirtin, îro bi merasîmeke girseyî li gundê Koço û hin deverên din ên Şengalê spartin axê.

Li Şengalê merasîma veşartina 32 cenazeyan pêk hat 
22 sibat, 2025   15:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku testên DNA’yê ya 32 cenazeyên din ên qurbaniyên fermana 2014’an qediyan, duh ji Tiba Edlî ya Bexdayê ji Şengalê re hatin şandin. 32 cenaze duh li Solaxê bi girseyî ji aliyê malbatên qurbaniyan û xelkê Şengalê ve hatibûn pêşwazîkirin.

Îro di saetên sibehê de li gundê Koço yê Şengalê merasîmeke girseyî ji bo qurbaniyan hate lidarxistin.

Di merasîmê de Meclisa Rûhanî ya Êzidiyan, nûnerên saziyên sivîl, Rêveberiya Xweser a Şengalê, TAJÊ, berpirsên leşkerî û gelek kesayet amade bûn.

Berpirsê Tipa Edlî ya Bexdayê Dr. Zêd Elî Ebas di merasîmê de axivî û got: “Em bi xwe gelekî xemgîn in ku her carê cenazeyan ji civaka xwe ya êzidî re dişînin. Em ji tevahî malbatan re sersaxiyê dixwazin û rehmetê ji şehîdan û tevahiya şehîdên Iraqê re dixwazin. Em dibêjin bila cihê wan bihûşt be.”

Li ser navê mexdûrên êrişên DAIŞ’ê yek ji rizgarkiriyên ji destê DAIŞ’ê Rosîda Hecî jî axivî û ev peyam da: “Şerm e ji hikumeta Iraqê re ku dema em hîn pêşwazî li cenazeyan dikin û hîn jî gorên komî li Şengalê hene, efûya giştî radigihîne!”

Piştî axaftinan sînevîzyonek hate nîşandan.19 kes li gundê Koço û yên din jî li ber goristanên wan hatin veşartin. Merasîma qurbaniyan bi rê û resmên olî û li ber def û şibabê bi dawî bû.

Heta niha zêdetirî 500 cenazeyên êzidiyên fermanê li Tipa Edlî ya Bexdayê ne û ji sala 2019’an ve tên ragirtin. Hê jî hejmarek zêde radestî malbatên nekirine.