Li rojavayê Tirkiyeyê şewat: 78 kes birîndar bûn

Duh şewateke mezin li daristanên bajarê Îzmîr ê Tirkiyeyê derket. Di encama şewatê de 78 kes birîndar bûn.

 Li rojavayê Tirkiyeyê şewat: 78 kes birîndar bûn
17 tebax, 2024   11:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya dewleta Tirk îro ragihand ku di encama şewateke mezin a li daristanên bajarê Îzmîr ê li rojavayê Tirkiyeyê de 78 kes birîndar bûne. Wezaretê diyar kir ku 29 birîndar hîna li nexweşxaneyan tedawî dibin.

Duh agir bi daristanên bajarê Îzmîrê ketibû. Şewatê herêmên niştecihan jî dan ber xwe û gihaştibû hin navendên navçeyên bajêr.

(bb)