Li Reqayê 10 kes hatin revandin

Komên girêdayî dewleta Tirk ên di Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî de li Reqayê ji eşîra Şêxan 10 sivîl revandin.

Li Reqayê 10 kes hatin revandin
7 gulan, 2026   12:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên taybet ên ajansa me dane, komên girêdayî dewleta Tirk ên di Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî de cih digirin, duh bi ser gundê Cinêv ê Reqayê de girt.

Çavkaniyan da zanîn ku wan koman bi 16 erebeyên leşkerî bi ser gund de girt û 10 sivîl ji eşîra Şêxan bi tometa ku têkiliyên wan bi QSD'ê re hene, revandin.

Hate diyarkirin ku 10 sivîl dema ku di nava zeviyên çandiniyê de dixebitîn hatin revandin û ber bi cihekî nediyar ve hatin birin. Her wiha bi hinceta "milkên dewletê" dest danîn ser erdên wan.

Li gorî agahiyan, kesên hatine revandin îşkence û heqaret li wan hatiye kirin û kes û karên wan ji ber tirsê gund terikandiye.

(bb)