DYA’yê li Deryaya Karayîban keştiyek kir hedef: 3 kes hatin kuştin

Hate ragihandin ku artêşa DYA’yê li Deryaya Karayîban li keştiyeke hişbirê xist, di encamê de 3 kes hatin kuştin.

DYA’yê li Deryaya Karayîban keştiyek kir hedef: 3 kes hatin kuştin
14 sibat, 2026   12:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku wê li Deryaya Karayîban li keştiyekê xistiye, di encamê de 3 kes hatine kuştin. Li gorî artêşê, guman hebûn ku di keştiyê de qaçaxçîtiya madeyên hişbirê dihat kirin.

Fermandariya Başûr ya DYA’yê daxuyaniyek li ser X’ê parve kir û diyar kir ku keştî li ser rêyên naskirî yên qaçaxçîtiya madeyên hişbir digeriya û karê qaçaxçîtiyê dikir. Fermandariyê li gel daxuyaniyê dîmenên keştiyê jî parve kirin.

Li gorî daneyan, DYA’yê di çarçoveya operasyonên li dijî qaçaxçîtiya hişbirê de ji destpêka Îlona 2025’an ve herî kêm 38 êriş li Deryaya Karayîban û rojhilatê Pasîfîkê pêk anîne. Di encamê de 133 kes hatine kuştin.

(bb)