Li Pakistanê kana komirê hilweşiya: 18 karker mirin

Li parêzgeha Belûçistanê ya li başûrê rojavayê Pakistanê, ji ber teqîna gaza metanê kana komirê hilweşiya û di encamê de 18 karker mirin û 14 karker jî winda ne.

Li Pakistanê kana komirê hilweşiya: 18 karker mirin
31 tîrmeh, 2026   10:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta parêzgeha Belûçistanê îro ragihand ku ji ber teqîna gaza metanê kana komirê hilweşiyaye û di encamê de 18 karker mirine û 14 jî winda ne.

Hikumetê daxuyand ku operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê li cihê qezayê berdewam dikin da ku karkerên asê mane rizgar bikin.

Qeza li navçeya Surang a nêzîkî Quettayê ya paytexta parêzgeha Belûçistanê qewimî ku hejmareke mezin kanên komirê li wir hene û ji ber teqîn û hilweşînên gaza metanê pir caran qezayên bi vî rengî diqewimin.

(k)

ANHA