Mazlûm Ebdî: Misogeriya ewlehiya Şengalê berpirsiyariyek exlaqî û navneteweyî ye

Fermandarê Giştî yê QSD‘ê Mazlûm Ebdî bi boneya salvegera 12‘emîn a Fermana 3‘yê Tebaxa ya li dijî civaka Êzidî ya Şengalê daxuyaniyek da û got: " Eşkerekirina çarenûsa hemû kesên ku hatine revandin, misogerkirina ewlehiya Şengalê û gelê me yê Êzidî berpirsiyariyek exlaqî, mirovî û navneteweyî ye."

Mazlûm Ebdî: Misogeriya ewlehiya Şengalê berpirsiyariyek exlaqî û navneteweyî ye
2 tebax, 2026   22:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî bi boneya salvegera 12‘emîn e Fermana 3‘yê Tebaxa 2014‘an ku çeteyên DAIŞ‘ê li dijî civaka Êzidî ya Şengalê pêk anîbû daxuyaniyek li ser hesabên xwe yên medya dîjîtal weşand.

Daxuyaniya Fermandarê Giştî yê QSD‘ê Mazlûm Ebdî wiha ye:

"Di salvegera 12'emîn a jenosîda Şengalê de, em bi rêzdarî hemû cangoriyan bi bîr tînin. Her wiha em bi serfirazî şervanên xwe yên ku canê xwe ji bo parastina gelê me yê Êzidî feda kirin û beşdarî têkbirina terorîzma DAIŞ'ê û rizgarkirina bi hezaran sivîlan ji jenosîdê bûn, bi bîr tînin.

Eşkerekirina çarenûsa hemû kesên ku hatine revandin û misogerkirina ewlehiya Şengalê û gelê me yê Êzidî berpirsiyariyek exlaqî, mirovî û navneteweyî ye."

(bb)